Tu bizan di nezera heqîqetê da ew nebaşî û xerabiyê ku dibin sebebê kîn û edawetê; û buẍd û nefretê, mislê axê (xwelî), madda kesîfin. Lazime sîrayetê bal ẍeyran (digel kesên din) ve neke. Û eqsa xu nedin ẍeyran. Lakîn ger ew ẍeyr ji wî nebaşîyê ders bigre û e'mel pê bike, ew mes'ele cudaye. Ew qencî û başî ku dibin sebebê muhebbet û hezkirinê, ew jî misle muhebbetê nûrin. Ji şe'nê wîye sîrayeta bal ẍeyran ve bike û şewqa rohnîya xwe bidit ẍeyran. Ji vî qasê "dostê dostan doste." Ev kelamêha ketîye rêza derba mesel (Yanê: Gotinê pêşîyaye). Û him dîsa ji bo vî qasê: "Ji bo xatirê çavek, ji gellek çavan tête hezkirin." Ev kelîmêha liser lîsanê umûmîde digere carî bûye.
Ey mirovê bê însaf! Heqîqet bi vî terzê madem dîtîye; eger tu ji wî mirovê ku tu jê hesnakî, bi sebebê wî ji biraye wîyê me'sûm weya ji eqrebaê wîra buẍz û edawetê bikî, çuqas xîlafê heqîqet te hereket kirîye, tu yê fehm bikî, eger tu ji ehlê heqîqet bî.
Türkçe
English
العربية
Pyccĸий
français
Deutsch
Español
italiano
中文
日本語
Қазақ
Кыргыз
o'zbek
azərbaycan
Türkmence