Ew îxtilafa di hedîsê da, îxtilafa musbete (belenî) yanê herkes jibo te'mîra meslega xwe û ji rewaca wîre dixebite. Û ji bo meslega yên dinê; ne ku ji bo texrîb û îbtala wan, belkî ji bo tekmîl (tekûz) û îslaha wan dixebite. Emma îxtilafa nelihev eve, ku, bi ẍerezdarî û edawetdarî ji texrîba hevre bixebitin. Ev îxtilafa ha, di nezera hedîsê da betale. Lewra ewan kesê wuha bihevda bikevin û bihevra mucadele û munazara bikin, ew musbet hereket nakin.
Ji sûala duduyara emê wuha cewab bidin û bibêjin: Terefdarî eger bi navê heqqê be, ev ji bo ehlê heqra dibe ku bibe melce û mekanê îltica û dexaletê. Lakîn terefdarîya vî zemanê, bi ẍerezkarî ku bihesabê nefsîye, ji bo mirowanê neheq melce û nuqta îstinad û sipartinî ji bo wan teşkîl dike. Lewra ew mirowê ku biẍerezkarî, terefdarî dike, ger şeytan bête bal wî û ji fikra wîre terefdarî û alîkarî nîşan bide ew mirov, ji wî şeytanîra ewê Rehmet bixwîne. Û eger ji terefê muqabil wî, mirovek mislê melek were, ewê wusan neheqîkî nîşan bide, biderecekî ku herwekî le'netê li wî bixwîne, heşa...
Türkçe
English
العربية
Pyccĸий
français
Deutsch
Español
italiano
中文
日本語
Қазақ
Кыргыз
o'zbek
azərbaycan
Türkmence