Rîsaleya Munacatê | Rîsaleya Munacatê | 27
(1-35)
NOTAYA DUWANZDEHAN
Ji Lem’aya Hevdehan Ey Rebbê minê Rehîm! û Ey Xaliqê minê Kerîm! Bi tercîha mina xirab, umrê min û cuwanîya min zayî bû, çû. Ji wan fêkîyên wî umrê min û ciwanîya min; yên di destê min da man: gunehên elemkar, xemên zîlletbar, wesweseyên dalaletdar mane.Û bi evî barê giran û qelbê nexwes û rûyê res ve, nêzîkê qebrê dubim. Bi çavê serê xwe, dubînim ku, va ye ez, bi lez û bez, bê yî ku ber bi rast û çepê herim, bi awakî bêhemdê xwe, wek wan ehbab û eqran û eqrebayên xwe yên wefat kirine, ber bi derîyê qebrê ve, diçim. Ew qebra, menzîla ewil û derîyê pêsîyê ye ku ji vî warê fanî, ber bi firqeta ebedî ve, li ser rêya ebedu’l-abadê, hatîye saz kirin.
Ev dunyaya ku min xwe pê ve girê daye û ez li dû ketime jî, min bi qenaeteke qet’î fehm kirî ye ku diçe helakê,
dubuhure û fanî ye, dimire. Û bi awakî qet’î tê xuyan ku bi tevî mewcûdatên di navê da jî, li dû hev, qefle bi qefle, bar dike û diçe, wunda dube. Xasme, ji yên wek min ên ku xwedîyê nefsa xerab re, ev dunya pir xeddar e, mekkar e/xapînok e; gava lezzetekî bide, hezar eleman pê ve dike, pê dide kisandin. Ku hebek tirî bide xwarinê, sed sîmaqî lê dixe.
Deng tune
Türkçe
English
العربية
Pyccĸий
français
Deutsch
Español
italiano
中文
日本語
Қазақ
Кыргыз
o'zbek
azərbaycan
Türkmence